HEWLÊR/ ROJNEWS

 

Duh êvarê li ser rêya Hewlêr û Xebat wesayitek barhilgir wergeriya û saet 00:00’ê li ser heman rêyê du wesayitên din li hev qelibîn.

 

Li ser encama qezayê berdevkê polîsê trafîkê yê Hewlêr Fazil Hacî ji RojNews re wiha got; “Di qezaya wergerîna wesayita barhilgir de şofêr jiyana xwe ji dest da. Hevser û zarokê wan jî birîndar bûne û hatine rakirina nexweşxaneyê.”

 

Fazil Hacî diyar kir ku di qezaya duyem a li hev qelibîna du wesayitan de, şofêrê teksiyê jiyana xwe ji dest daye.

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here