Li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk civînek pêk hat

35

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li Hola Emnesûreke ya Silêmaniyê bi beşkarbûna hejmarek parlamenterên Herêma Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl, mamostayên olî û aktîvîstan li ser, ji aliyê Tirkiyeyê ve dagirkiriya xaka Başûrê Kurdistanê civînekî şêwrê pêk hat.

 

Di civînê de hate gotin ku divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li seranserî Başûrê Kurdistanê xwepêşandan destpê bikin û ber bi herêma Sîdekan çalakî pêk werin, ji bo welatiyan wir ji metirsiya dewleta Tirk hişyar bikin.

 

Herwiha destnîşan kirin ku divê li ber konsolosxaneyên welatan çalakiyên girseyî pêk werin û daxwaz ji konsolosxaneyan werin kirin ku dewleta Tirk dawî li dagirkeriya xwe bîne,  herwiha serdana Parlamentoya Ewrûpa were kirin û ji rewşa heyî agar bike.

 

Ji bo avakirina lîjneyekî serdana aliyên siyasî, hikûmet û parlamentoyê bikin niqaş hatin kirin. Ji bo ku aliyên siyasî û hikûmet û parlamentoyê neçar bikin gavên cidî bavêjin.

 

Di civînê de hate gotin ku ji bo aboriya Tirkiyeyê binbikeve divê malê Tirkî were boykot kirin.

 

Herwiha beşek ji kesên beşdarî civînê bûyîn diyar kirin ku divê ji welatiyan hêzekî leşkerî ji bo parastina sînorên Başûrê Kurdistanê were avakirin, ji bo ku êdî hizb nekarin ji bo berjewendiyên xwe fermanê bide wan.

 

Herî dawî, îşaret bi avakirina lîjneyekê kirin ku bê avakirin, da ku serdana dezgehên ragihandina Herêma Kurdistanê bikin û ragihandinê ji rewşa metirsiyên hene agadar bikin.