‘Me di axa dûpişkan de saziya şehîdan avakir’

38

 

 

DENÎZ ŞIYAR/ MEXMÛR

 

Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di sala 1994’an de Başûrê Kurdîstanê bu. Çiqasê zorî û zehmetî hebin jî ev gel ti caran saziya şehîdan avakirinê ji bîr nekir. Li warê dupişkan de Saziya Malbatên Şehîdan bi keda gel ve hate avakirin. Li ser Saziya Malbatên Şehîdan Endamên saziyê Amine Herdîşê û  Mamoste Sofî Sîdar avabuna saziyê nîrxandin. 

 

‘Me berê xwe dabe  ku derê çadira şehîdan timî hebû’

 

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Amine Herdîşê di destpêka axaftina xwe de wiha axivî:  “Ev bû 20 sale em di Saziya Malbatên Şehidan de xebat didin meşandin. Me jî soz daye şehîdan, heta ku  temenê me bimîne li ser şopa şehîdên me emê bimeşin. Ji bo şehidê tevgera azadiyê,  Serokatî emê karên xwe heta serkeftinê bidin meşandin. saziya Malbata Şehîdan di sala 1995’an de li kampa Etrûşê bi perspektîfên  Serokati ve hat avakirin. Serokatî di perspektîfa xwe de got ku çend şehit hene, malbaten gerila û şehidan ben nivisandin.  Li Etrûşê  mal bi mal geriyan û kon hate vedan.  Bi  banga Serokati li Etrûşê konê saziya malbatên şehîdan hate vedan. Nirxe şehidan nirxek piroze. Li vê derê hinek dayik u bav xebat dikirin. Piştre me li Etrûşê bar kir û em çûn Ninova. Me li wir jî ji bo şehîdan sazî ava kir û xebat dan meşandin.  9 meh em  li wir man.

 

 

‘Li wargehê av nebû, dûpişk hebûn’

 

Herdîşê berdewamiya axaftina xwe de wiha jî got; “Piştre di sala 1998’an de em hatin Maxmûr û me dîsa bi hevra bûn yek û bi kedek mezin bi kerpîçan xaniyek çekir. Av tûne bûn, di wargehê de gelek  dûpişk hebûn, lê me disa ji bo şehîdan xaniyek biçûkbe jî  bi keda diyikan, ciwan ve bi kerpîç û bi keviran avakirin. Her dem derbas bû me ji bo sazî bexçe jî avakir. Dema ev sazî avabû rewşa gel ya wargehê gelek nebaşbû. Bi lêdana dipûşkan gelek zarok jiyana xwe ji dest didan, gelek dinya germbû, ji ber van germahiyan bi taybetî kal û pîr nexweş diketin û jiyana xwe ji dest didan. Rûxmê zor û zehmetî dihat jiyankirin de xaniyek ji bo şehîdan çêkirinê de xwe ti caran paşve nedan. Me di nav de  fotoğraf dani. Her Şemî dayik û malbat dihatin serdana saziyê.”

 

‘Me xaniyê saziya şehîdan bi kerpîçan çêkir’

 

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Sofî Sîdar axaftina xwe bivan gotinan destpêkir; “Demên herî zor û zehmet de Saziya Malbata Şehîdan hate avakirin. Demên yekem de me di nav konan de me kar û xebatên xwe dan meşandin. Ji ber ku ti derfeta me ya ku em bikaribin bikarbînin nebû. Cîhê ku em niha di nav de ne me bi alikariya gel ve bi kerpîçan xaniyek çekir. Ev sazî bi vîna gel avabû û hîn jî berdewam dike. Ti hikûmet û rêxîstnên derve  alîkarî nedaye.”

 

‘Rêveberiya 21 kesî hate hilbijartin’

 

Mamoste Sofî Sîdar di berdewamiya axaftinên xwe de li ser pergala sazî nirxand û wîha berdewam kir.  “Herdema ku wext  derbasbû xebat jî her ku çû xurtir bû û peywîstiyên xwe bi xwe sazkir. Saziya me bû wargeha perwerdê jî.  Ji bo ev sazî hîn berfirehtir bibe pewîstbû ku konferans were lidarxistin. 21 Mijdara 2001’ê de hate lidarxistin. Wê demê hejmara malbatên şehîdan nêzî 200 malbat bû.  Dema konferans pêk hat, di encama konferansê de Rêveberiya 21 kesî hate hilbijartin. Her du sala carek konferans dema pêk tê di vir de rêveberî jî têne guhertin. Niha jî 2 salan cerek konferans pêk tê.  Piştî konferansa 8’emîn pergala Hevseroktî hate pejirandin.”

 

 

‘Saziya me bû wargeha perwerdê jî’

 

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Sofî Sîdar  di dawiya axaftina xwe bi van gotina bi dawî anî; “Her roja Çarşemê jî li saziyê perwerde tê dîtîn.  Her roja Çarşemê carna bi sînevîzyonê merasîma  Şehîdan pêk tê, carna jî li ser pêvajo nîqaş pêktê, carna jî rojê bi taybet têne bîranîn.  Saziya malbata Şehîdan xwedî cîhek ku bi taybet û pîroze. Pêra girêdayi her hefte roja xebat nirxandinê ye, 45 rojan carek jî bi beşdarbûna xebatkaran ve civîn pêk tê, her 2 mehan cerek jî serdana malbatan pêk tê û 3 mehan carek jî ji bo malbata civîn pêk tê.”

 

(rn)