Mûzexaneya Germiyanê parastina dîroka herêmê ye

28

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR-BOTAN GERMIYAN/ GERMIYAN

 

Mûzexaneya Germiyan parastin tiştên arkeoloji yên berbi tunebûnê ve diçûn li nav sînorê Herêma Germiyan  komdike. Navenda rêveberiya arkolojiya Germiyan di 16.03.2013’an de li navçeya Kelarê ya herêma Germiyan hat avakiririn.

 

Heya niha nêzîkî  500 berhemên arkeoloji di nava vê mûzexanê de tên ditin û ev berhem ji heya qonaxên beriya zayînê diçe. Gelek ji van berheman jî ji herêmên cûda yên Germiyan anîne vê mûzexanê. Di encama lêgerîn û di lêkolînên li herêma Germiyan hatîn kirin de derketîne holê.

 

 

Gelek ji vana berheman ji aliyê welatiyan ve di demê kar kirinê de hatin derxistin û ji bo parastinê bang li rêveberiya arkeolojî ya herêmê kirine û radestê wan kirine.

 

Di mûzexaneya arkeolojî ya herêma Germiyan de gelek berhemên serdema Îskenderê Mekedûnî ku wek bizmar û peyker, qapên av û xarinê, zêr, zîv, guze, Tizbî , peykerê serokan, cer,  fincan, kevir, wêneyê firindeyê cûr bî cûr, goristan hene. Dîroka van berheman heya sedemêm beriya zayînê ji diçin.

 

 

Parçeyê herî kevin ê Mûzexaneyê Gozeye  ku dîroka wê qasî 4 hezar û 500 sal berî zayînê ye.  Ev berhem li ser girê Rehîm yê bajarokê Rizgarî ya navçeya Kelarê hatiye ditin.

 

Li gundê Top Eskerîyê navçeya Xaneqîn, Girê Qela Şêrwan û Girê Serqela û Girê Rehîm herî  zêde ev berhemên arkeolojî lê hatine ditin, yê serdema Sasaniyan, Eşkanî û Îslamiye ku ji aliyê rêvebriya arkeoloji ve hatine lêkolinkirin.

 

 

Ev berhem hemû di mûzexanê de cihdigirin nav û dîroka wan jî li ser hatiye nivîsin. Ev yek ji jî aliyê kesên pispor ve hatiye çêkirin. Gelek ji van berhemên arkeoloji yên li vir hatin bicihkirin û beşek din jî hin dibin axêde mane, rê nadin ji bo derxistina van berheman.

 

Cigirê rêveberiya mûzexqanaya Arkeoloji ya herêma Germiyan Salih Mihemed Semîr ji RojNews re got: “Nêzîkî 500 berhemên arkeoloji di nava vê mûzexanê de hene û beşek mezin yên van berheman jî ji herêma Germiyan komkirine. Li gorî dîroka van berheman wiha diyar dike ku beriya zayînê 6 hezar û 500’an de mirovan li vê herêmê jiyane.”

 

 

Salih Mihemed Semîr wiha diyar kir: “Yek ji giringiya vê mûzexanê ewe ku peykerê xudawand û serokên ku mohra xwe li dîrokê xistin li herêma Germiyan jiyane, peykerê wan tê dîtin. Pêwiste em van kel û pelên dîrokî biparêzin ji pêşerojê ku giringiya navçeyê hebit.”

 

 

 

 

 

(ep/rn)