BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Piştî wêne û dîmenên leşkerên Tirk ên di nava gundên Başûrê Kurdistan, Bermîze û Sîdekan de belav bûn, welatî jî ketine nava metirsiyê de. Ev yek bû sedemê nerazîbûna welatiyan jî. Welatî vê yekê weke dagirkeriyê binav dikin. Li ser vê mijarê rojnamegerên Başûrê Kurdistanê jî, ji ajansa me re axivîn.

 

‘Leşker kengê bixwazin dikevin nava Başûr’

 

Rojnameger Seîd Ebdullah diyarkir ku ketina leşkerên Tirk û Îranê ji bo xaka Başûrê Kurdistanê ne nûye û wiha pêde çû; “Çi dema leşkerên Tirk û Îranê bixwazin, dikevin nava xaka Başûr. Serweriya xaka Iraqê binpê dikin. Divê Hikûmera Herêma Kurdistanê bersiva vê pirsyarê bide. Gelo ev leşker hatine xaka me dagir bikin, an jî xaka Başûr hatiye firotina Tirkiyê.”

 

 

Rojnamegerê binavê Hejar Enwer jî li ser heman mijarê nêrînên xwe wiha anîn  ziman; “Yekem berpirsyarê hatina leşkerên Tirk a nava xaka Başûrê Kurdistanê PDK’ye. Evane rêdana leşkerên dagirker ku bikevin nava xaka Başûr.”

 

 

‘Pêwîste greva giştî destpê bike’

 

Rojnameger Hejar balkêşa li ser bê helwestbûna Hikûmeta Iraqê û metirsiya mezin ya leşkerên Tirk jî û got; “Pêwîste li Başûrê Kurdistanê hemû karmend karê xwe bi sekinînin û bikevin grevê. Ji ber ku me hikûmetek felc heye û kontrola wê di destê Tirkiyeyê deye. Divê em welatî helwesta xwe nîşan bidin.”

 

(rn)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here