SILÊMANÎ/ROJNEWS

 

Dewleta Tirkiye êdî ketiye nava gundên Başûrê Kurdistanê. Welatî ji vê yekê di tirsin. Gelê Başûr vê yekê weke dagirkeriya xaka Başûr binav dikin. Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê jî li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe anîn ziman û ji RojNews re axivîn.

 

‘Ya ku Tirkiye dike binpêkirine’

 

Li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr, Sekreterê sendîkaya Rojnamgerên Kurdistan ê şaxa Silêmaniyê Karwan Enwer axivî û got; “Tu dewletek dema diçe nava xaka dewletek din, bi navê dagirkeriyê naçe, sedemê çûyîna nava xakê heye. Lê di encam de dagirkeriyê dike. Ya ku Tirkiye dike binpêkirina li hember yasaya navdewletiye û binpêkirina hember dewletên cîrane.”

 

 

Enwer diyar kir ku divê Hikûmeta Herêmê li Neteweyên Yekbûyî û Encûmana Asayîşê doz veke, ku helwestek navdewletî rê li hemberî vê dagirkeriya Tirkiyê bike.

 

‘Divê Hikûmeta Herêmê bêdeng nemîne’

 

Endamê Sentera Metro Herdî Rehman jî li ser heman mijarê got; “Ketina dewleta Tirk a nava xaka Başûr, bi alîkariya aliyên Kurd çêbûye. Ev yek çi weke çete, çi jî weke xiyanetê tê binav kirin. Niha dewleta Tirk ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê. Erkê aliyên siyasiye ku li hemberî vê binpêkirinê bêdeng nemînin.”

 

 

Herdî Rehman wiha axaftina xwe bi dawî kir; “Bêdengiya Iraqê ya li hember Tirkiye jî, karek balkêşe. Nayê zanîn bê ka gelo peywendiyek di nava wan de heye yan ne. Ger Hikûmeta Iraqê bêdengiya xwe berdewam bike, erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ewe ku xwe bêdeng nekin.”

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here