Welatiyên Bermîze li diji hatina leşkerên Tirkin

30

 

 

ZAHÎR ÎBRAHÎM/ SÎDEKAN

 

Her çiqas ji despêka serê salê ve dewleta Tirk bi temami gundê Bermîzê yê ser bi navçeya Sideka xistibe dibin kontrola xwe de jî, lê bi belavbûna dîmen û wêneyên dewleta Tirk li nav gundê Bermêzê ku di 1’ê Hezîranê 2018’an de, ev bû cihê nerazîbûnek mezin a welatî û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê.

 

Rêvebirê navçeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji RojNews têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk axivî û got: “Hatina hêzên Tirk a li nav gundê Bermîzr ne li ser daxaza welatiyan bû. Bi xwe hatin di nava gund de. Rih spiyên gund ji artêşa dagirker a Tirk re wiha gotin em naxazin tu hêz bikeve nav gundê me.”

 

Îhsan Çelebî wiha jî got; “Artêşa Tirk li van herêma û sînorê gundê Bermîzê ji  Kanuna 2017’an ve navend û baregehên xwe avakirine. Artêşa Tirk tenê 2 seat di nava gund de gerane û piştre vegerane baregehên xwe.”

 

Îhsan Çelebî qala bombabaranên balefirên şer yên artêşa Tirk kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şeva borî balefirên şer yên dewleta Tirk, herêmên Çildêl û Lêlikan bombabaran kir.”

 

(rn/ep)