Nûner û rêveberên rêxistinên jinan û çalakvanên mafên jinan îro li çûn Dozgeriya Silêmaniyê û gilî kir. Jinan beriya ku daxwaznameya giliyê pêşkêş bikin, li ber avahiya dadgehê daxuyaniyak da çapemeniyê.

Li ser navê rêxistinan çalakvanan medenî Bihar Munzir daxuyanî xwend û diyar kir ku wan gelek caran derbarê Mela Mezher de gilî kiriye, lê ji ber sedemên siyasî giliya wan li ber çavan nehatiye girtin.

Bihar Munzir da zanîn ku wan li ser vê yekê wekî 200 rêxistinên jinan û çalakvanên medenî îmze kom kirine. Buharê da zanîn ku ew ê li gel îmzeyan daxwaznameya xwe ya gilîkirinê pêşkêşî dozgeriyê bikin.

Piştî daxuyaniyê jin derbasî hundurê avahiya dadgehê bûn û daxwazname pêşkêşî dozgeriyê kir.

Mela Mezher çi gotibû?

Mela Mezher Xoresanî xwediyê Siruşte Tv ye û beriya niha di qenala xwe de heqaret li jinên Kurd kiribû û gotibû “Jinên Kurd dînazor in.”

Li ser vê yekê rêxistinên jinan nerazîbûn nîşan dabûn. Wezareta Rewşenbîriyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî biryara girtina qenala Siruşt dabû. Lê piştî demekê ev biryar ji aliyê heman wezaretê ve hatibû betalkirin.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here