‘Divê gerîla û pêşmerge li dijî dagirkeriyê mil bidin milê hev’

76

Şivan û bêriyên devera Çomanê ku li çiyayê Karoxê sewalkariyê dikin diyar kirin ku ji ber êrîşên Tirkiye jiyana wan di metirsiyê de ye û bang li gerîla û pêşmergeyan kirin ku li dijî dagirkeriya mil bidin milê hev û şer bikin.

Şivan û bêriyên li çiyayê Karoxê ya dikeve herêma Çoma ya ser bi Hewlêrê têkildarî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

Şivanê binavê Hewêz Resul:

Ez daxwaz ji hemu gelê Kurd, pîr, ciwan, jin, zarokan dikim pêşî li dagirkeriya delweta Tirk bigirin. Di çavê dewleta Tirk de herkes yeke û tunekirina Kurdan hedef digire. Eger PKK têk biçe wê tevahî gelê Kurd têk biçe. Divê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe çêbikin.

‘Ax û namûs yek tişte’

Ax namûsa me ye. Eger ax were dagirkirin ev tê wê wateyê ku êrîş li ser namûsa me heye. Nakokiyên di navbera Kurdan de wisa kiriye ku ev êrîş li ser Kurd û Kurdistanê çêbibin. Divê tevahî Kurd li dijî dagirkeriyê rabin.

Bêriya bi navê Asiye Reşîd:

Ji ber bombabaran û firîna balafirên şer yên dewlta Tirk  metirsiyeke mezin li ser jiyana me heye. Em ji ber balafiran nikarin şev fanos û ranohî pê bixin. Ji ber em ronahî nikarin pê bixin jî metirsiya gur ketina nava pez heye.”

‘Divê gerîla, pêşmerge û şervan li dijî dagirkeriyê di yek eniyê de bin’

Şivanê bi navê Mihemed Hewêz:

Divê hêzê leşkerî (pêşmerge) ne dibin xizmeta partiyan de bin di xizmeta berjewendiyên netewî de bin û li dijî dagirkeriyê rawestin. Çawa ku şervan, pêşmerge û şervan di dema DAIŞ’ê de mil dan milê hev û di heman çeperê de li berxwe dan, divê niha jî wisa bibe. Ev bixwe peyameke yekîtiyê bû ji bo Kurdan.

Hewêz Resûl berê pêşmerge bûye û niha ji bo debara jiyana xwe li çiyayên Kurdistanê şivantiyê dike.

(ep/bz)

 

 

Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ku li gel lîsteya hejmara 120 beşdarî hilbijartinên…

Hêzên gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girê Kevortê yê herêma Lêlikanê ya ser bi Sîdekan a…

Li Ewropayê li ser banga KNK’ê partî û rêxistinên Kurdistanî  “Înîsiyatîfa Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk ya li Kurdistanê” ava kir. Înîsiyatîfê bang li Hikûmeta Herêma…

Çalakvanên sivîl yên bajarê Hewlêrê ji bo betalkririna cezayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî li ber nûnertiya NY çalakî lidarxistin û daxwaznameyek pêşkêşê NY kirin.

Eniya Nîştimanî a li dijî dagirkeriyê diyarkir ku rêya serkeftinê di yekitiyê re derbaz dibe. Herwiha Eniya Nîştiman got ku çalakiya ciwanan a mertalên zindî gelek peyamên…

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Erdogan gefên li Qendîlê weke bangeşeya hilbijartinê bi kar tîne û got, «Eger hêzên Başûrê Kurdistanê alîkariyê…

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Bi sedan kesên ku ji çar aliyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê çûn Qendîlê û di nava wan de nûnerên partî, rêxistin û saziyên herêmê, her wiha bawermend jî hebûn, peyamên…

Malper |
© Copyright 2018 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin