Piştî ku Heşdî Şehbî diyar kir di bombabarana navçeya El-Hirî ya li başûrê bajarê El-Bokemal ê Suryeyê de 22 çekdar wan hatine kuştin, fermandariya Operesyonên Hevbeş a Iraqê têkildarî mijarê daxuyaniye nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi armanca rakirina metirsiya li ser xaka Suriye û Iraqê, Artêşa Iraqê di nava xaka Suryeyê de jî li hember DAIŞ’ê şer dike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Artêşa Iraqê vê yekê wekî berpirsyariyekê dibîne.

Têkildarî hêzên ku li Suriyeyê hatine bombebarankirin û tê gotin hêzên Artêşa Iraqê de jî di daxuyaniyê hat diyarkirin ku tu pêwendiya hêzên hatine bombebarankirin bi artêşa Iraqê re nîn e û ne di çarçoveya sîstema parastina Iraqê de ne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Artêş lêkolînê dike ka kîjan alî bûne sedem ku ciwanên Iraqî li Suriyeyê di bombebaranê de bên kuştin.

Çi bibû?

Şeva 17’ê Hezîrana 2018’an balafirên şer navçeya El-Hirî ya li başûrê bajarê El-Bokemal a Suriyeyê bombabaran kirn û di encamê de 52 kesan hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirov a Suriyeyê têkildarî mjarê diyar kir ku di êrîşên hewayî de 16 leşkerên Suriyeyê û hejmarek ji çekdarên Hizbulaha Lubnabê hatine kuştin.

Duh jî Fermandariya Heşdî Şehbî diyar kiribû ku Amerîka berpirsê van êrîşan e û gotibû ku di êrîşan de 22 çekdarên wan hatine kuştin, 12 jî birîndar bûne.

Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya bi serkêşiya Amerîkayê jî, daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku hêzên wan êrîşa hewayî pêk ne aniye û tu agahiya wan ji kuştin û birîndarkirina welatiyên li El-Bokemal nîn e.

ep

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here