Şandeya Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê ji bo wergirtina piştgiriya ji bo çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê,  îro li Silêmaniyê serdana Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê kir.

Di serdanê de, şandeya Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê daxwaz ji şandeya Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê kir ku bi rêya peywendiyên xwe yên dîplomasiyê yên li gel welatên derve de zextê li welatan bikin, da ku rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bigirin.

Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê piştgiriya xwe ya ji bo Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê re ragihand. Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê diyar kir ku ji bo hemû cure alîkariyê û piştgiriyê re amadene û tişta ji destê wan bê wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bikin.

Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê wê di 23’ê Hezîranê de, di saet 16:00’an de li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandanekê lidar bixe. Wê xwepêşandan li ber Parka Nalî ya Silêmaniyê destpê bike.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here