Li Ewropayê li ser banga KNK’ê partî û rêxistinên Kurdistanî  “Înîsiyatîfa Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk ya li Kurdistanê” ava kir. Înîsiyatîfê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî kir ku helwest nîşan bidin. Her wiha banga têkoşîn û yekîtiyê li Kurdan hat kirin.

Rêveberiya KNK’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û agahiyên berfireh dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser banga Konseya Rêvebir a KNK’ê, nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî di 16’ê Hezîrana 2018’an de li Brukselê, li avahîya navendî ya KNK’ê civiyan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beşdaran rewşa dawî ya Kurdistanê û bi teybetî hewldanên dagirkerîya dewleta Tirk ên ku niha li Başûrê Kurdistanê dimeşîne, bi berfirehî nîqaş kirin, nêrîn û helwestên xwe diyar kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku di encama civinê biryar hatiye girtin ku beşdarên civînê li hember vê dagirkerîyê xebatên xwe weke Înîsiyatîfa Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk ya li Kurdistanê bimeşîne. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku di civînê de ji bo pêkanîna hinek karên dîplomatîk û çalakiyên girseyî plansaziyek xebatê hatiye derxistin û wiha hat domandin: “Herweha civînê biryar da ku ‘Belgeya Stratejiya Neteweyî ya Kurdistanê’ ya ku di Civata Giştî ya KNK’ê ya sala 2008’an de de hatiye qebûlkirin, bi vê daxunîyê re carek din bê belavkirin.”

‘Hedef hemû Kurd in’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Dewleta Tirk, ji serê vê salê ve êrîşên xwe yên li ser parçeyên din ên Kurdistanê (Rojava û Başûr) zêde kirine û wiha hat domandin: “Ne tenê êrîş dike, di heman demê de qadên berfireh dagir dike. Êrîşa pêşî li ser herêma Efrînê bû. Ji 10’ê Adarê ve êrîşên li Başûr zêde kirine û devera Biradostan dagir kiriye, dagirkeriya xwe roj bi roj firehtir dike. Her çendî bi hinceta dijberiya hêzên HPG’ê têne herêmê, lê di bingeha xwe de ev êrîş berfirehtire û hedef hemî deskeftiyên gelê me ne. Hincet çi dibe bila bibe, deverên têne bombakirin û şewitandin, deverên têne dagirkirin Kurdistan e û hedef jî hemî Kurd in.”

‘Bêdengî cesaret dide dagirkeriyê’

Di daxuyaniyê de bêdengiya li hemberî hewldanên dagirkeriyê hat rexnekirin û wiha hat gotin: “Li hember vê dakirkeriya dewleta Tirk gelek partî, rêxistinên sivîl û gelê me yê Başûr dengê xwe bilind dikin û helwest nîşan didin. Lê mixabin di sêrî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hinek partiyên Kurd, heta niha bêdeng in. Di heman demê de Hikûmeta Bexdayê jî xwedî helwestek ron û eşkere nîn e. Her weha reya giştî ya navneteweyî jî bêdeng e. Ev jî cesaretê dide dewleta Tirk ku dagirkeriya xwe firehtir biki.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de li hemberî dagirkeriyê gelek biryar hatine girtin û ev biryar wiha hatin rêzkirin:

“• Civîna hêzên ku li Bakur, Rojava û Başûr, li hember dagirkeriya dewleta Tirk liber xwe didin û tekoşînê dikin silav dike, destek dide û pîroz dike.

• Civîn van êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk biyek dengî şermezar dike û li hember van êrîş û dagirkeriyê helwest digire û di her astî de biryara tekoşînê dide.

• Li hember dakirkeriya dewleta Tirk pêwîstî bi yekîtîyek xurt heye. Di vî warî de ji bo berxwedana Efrînê platformek berfireh hatiye avakirin û ev partî rêxistinên di vê civînê de hemî di paltforma Efrînê de endamin. Civîn ji Platforma Piştgirtina Berxwedana Efrînê daxwaz dike ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk bi giştî raweste, rol, xebata xwe û navê xwe li gorî vê rewşa nû biguhere.

• Heta Platforma Efrînê xwe li gorî vê pêşniyarê di ber çavan re derbaz dike û formek nû werdigire; partî û rêxistinên di vê civînê de amade ne, wê weke înîsîyatîfek li dijî dagirkeriyê karên xwe bimeşînin.

• Civîn bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.

• Civîn ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê daxwaz dike ku hewestek eşkere û ron li hember dagirkeriya dewleta Tirk bigirin.

• Civîn ji dostên Kurdan û raya giştî ya navteweyî daxwaz dike ku li dijî dagirkeriyê bêhelwest nemînin û piştgiriya tekoşîna azadiyê ya gelên Kurdistanê bikin.

• Civîn çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk destek dike, bi teybetî çalakiyên Mertalên Zîndî yên diçin herêma Qendîlê silav dike û bang li Kurdistanî û dostên Kurdan dike ku beşdarî van çalakiyan bibin.

• Hikûmeta AKP’ê dagirkeriya li Rojava û Başûr, her weha hemî êrîşên li dijî gelê Kurd weke parçeyek kampanyaya xwe ya hilbijartinê dibîne û li dijî HDP’ê bikar tîne. Civîn vê di pêvajoya hilbijartinan de bang li gelê Bakurê Kurdistanê û demokratên Tirkiyeyê dike ku di hilbijartinan de biçin ser sindoqan û piştgiriya HDP’ê bikin.”

 

Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ku li gel lîsteya hejmara 120 beşdarî hilbijartinên…

Hêzên gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girê Kevortê yê herêma Lêlikanê ya ser bi Sîdekan a…

Çalakvanên sivîl yên bajarê Hewlêrê ji bo betalkririna cezayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî li ber nûnertiya NY çalakî lidarxistin û daxwaznameyek pêşkêşê NY kirin.

Şivan û bêriyên devera Çomanê ku li çiyayê Karoxê sewalkariyê dikin diyar kirin ku ji ber êrîşên Tirkiye jiyana wan di metirsiyê de ye û bang li gerîla û pêşmergeyan kirin ku li…

Eniya Nîştimanî a li dijî dagirkeriyê diyarkir ku rêya serkeftinê di yekitiyê re derbaz dibe. Herwiha Eniya Nîştiman got ku çalakiya ciwanan a mertalên zindî gelek peyamên…

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Erdogan gefên li Qendîlê weke bangeşeya hilbijartinê bi kar tîne û got, «Eger hêzên Başûrê Kurdistanê alîkariyê…

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Bi sedan kesên ku ji çar aliyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê çûn Qendîlê û di nava wan de nûnerên partî, rêxistin û saziyên herêmê, her wiha bawermend jî hebûn, peyamên…

Malper |
© Copyright 2018 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here