Iraqê êrîşa El-Bokemal şermezar kir

31

Wezareta Karên Derve ya Iraqê derbarê bombabarana navçeya El-Hirî ya li başûrê bajarê El-Bokemal ê Suryeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êrîşa hewayî hat şermezar kirin û hat gotin: “em bombebarankirina hêzên ku li Suriye, Iraqê û her devereke din şerê DAIŞ’ê dikin, şermezar dikin. Navê wan çi dibe bila bibe hedefkirina şervanên ku şerê DAIŞ’ê dikin, tê wateya ku careke din rê dide DAIŞ’ê hêza xwe komî ser hev bike.”

Di daxuyaniyê de daxwaz ji hemû dewletên cîhanê hat kirin di mijara şerê komên radîkal de hevkariyê bikin û wiha hat domandin: “Domandina hevkariya hêzên koalîsyona navdewletî û hêzên herêmî ku li dijî komên terorîst şer dikin, gelekî girîng e.”