Berdevkê Dadgeha FederaI a Iraqê Eyas Samuk têkildarî mijarê îro di malpera fermî ya dadgehê de daxuyaniyek belav kir. Eyas Samuk diyar kir ku dadgeh wê 21’ê hezîranê saet 10.00’an de îtirazên ji bo qanûna hilbijartinê hatine kirin, binirxînin. Eyas Samur, da zanîn ku îtiraz ji aliyê Serokkomarê Iraqê Fuat Mahsum, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û PDK’ê ve hatiye kirin.

Piştî ku 12’ê Gulanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk hatin û li hemberî encaman nerazîbûn hatin nîşandan, Parlamentoya Iraqê di 6’ê Hezîranê de  civînek taybet lidar xistibû. Di civînê de qanûna hilbijartinê hatibû guhertin û biryar hatibû girtin ku dengên hilbijartinê bi dest ji nû ve werin hejmartin. Her wiha erka Komîsya Hilbijartinê ji wê hatibû girtin û li şûna wê 9 dadwer hatibûn erkdarkirin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here