Jinek din hat kuştin

29

Rêbeberiya Polîsên Silêmaniyê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku şeva borî li gundê Çobilaxî yê girêdayî navçeya Dukan a parêzgeha Silêmaniyê jina bi navê Ç.H.R ya 34 salî û dayika 6 zarokan, jiyana xwe ji dest daye.

Têkildarî mijarê di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Babê Ç.H.R. dema çeka xwe paqiji dikir, gule ji çekê derketiye û li keça wî ketiye. Di encamê de Ç.H.R jiyana xwe ji dest daye. Li ser agahdariyê polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kiriye û lêpirsîn daye destpêkirni. Di çarçoveya lêpirsînê de bavê Ç.H.R hatiye girtin.”

Di 6 mehan 160 kuştin

Li gorî zanyariyên ku RojNews bidest xistine, ji serê salê heta niha li Başûrê Kurdistan 160 kes hatine kuştin an jî xwe kuştine.

(ep/bz)