Karmendekî polîsên lezgîn dawî li jiyana xwe anî

40

 

Li Taxa Sîrwaniyekan a bajarokê Şarerûz a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ciwanekî 29 salî yê karmendê polîsên lezgîn ê bi navê (M.S) bi çekê dawî jiyana xwe anî.

Berpirsê Beşê Rangihandina Nexweşxaneya Giştî ya Şehîd Reûf Beg a Şarezûr Kemal Ehemd diyar kir ku wî ciwanî gule li serê xwe daye. Reûf Beg got ku cenaze ji bo lêkolînê, ji bo Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatiye şandin.

Li gorî agahiyên malbatê dane, rewşa derûniya wî ciwanî nebaş bû.

Li gorî daneyên hatine tomarkirin, ji serê salê ve li Başûrê Kurdistanê 161 kes yan hatine kuştin, yan jî dawî li jiyana xwe anîne.