Li Colemêrg û Bedlîsê 18 dagirker hatin kuştin

36

HPG’ê têkildarî şer û çalakiyên ku li Colemêrg, Bêdlîs û Dêrsima Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek da û ragihand ku 18 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û çalakiyên li Colemêrg, Dêrsim û Bedlîsê rû dane de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku 18 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

‘Li Colêmêrgê 5 leşker hatin kuştin’

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 18’ê Hezîranê de li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Hêzên me yên YJA-STAR’ê saet di 13.40’an de li Girê Koordîneyê yê Çelêya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de çeper û stargehên dijmin hatine lêdan û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî vê çalakiyê hêzên me saet di 14.00’an de li dijî leşkerên li Girê Koordîneyê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.

‘Wesayîta zirxî hate îmhakirin, 10 leşker hatin kuştin’

Konvoyeke artêşa Tirk a dagirker a ku ji Colemêrgê diçû Çelê li nêzî gundê Çemê Bedel saet di 20.45’an de bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî hatiye îmhakirin û 10 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gule li derdorê barandiye û mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan ji qadê derxistiye.

‘helîkopterê derbe xwar û ji qadê vekişiya’

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dêrsimê de hêzên me di 17’ê Hezîranê de saet di 17.30’an de helîkoptereke skorsky kiriye hedef a ku li Xozata Dêrsimê ji qada Şehîd Cesûr ber bi qereqola Amûtka sewqiyat dikir. Vê helîkopterê derbeke giran xwariye û ji neçarî ji qadê dûr ketiye. Piştî vê çalakiyê sewqiyata hêzên dagirker sekiniye.

‘li Bedlîsê 3 leşker hatin kuştin’

Di 17’ê Hezîranê de hêzên me li nêzî gundê Ezê yê Tetwana Bedlîsê li dijî yekîneke artêşa Tirk a dagirker a ku dixwest li qada Kortika bi cih bibe, çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.”

(bz)

Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ku li gel lîsteya hejmara 120 beşdarî hilbijartinên…

Hêzên gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girê Kevortê yê herêma Lêlikanê ya ser bi Sîdekan a…

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li gelê Başûr kir ku bibe xwedî helwest û destekê bide gerîla. KCK’ê got heke gelê Başûr ranebe ser piyan dibe ku dagirkerî were…

Komek ji welatiyên Çemçemal û Teqteq çûn serdana Mertalên Zindî û desteka xwe anîn ziman.

Li Ewropayê li ser banga KNK’ê partî û rêxistinên Kurdistanî  “Înîsiyatîfa Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk ya li Kurdistanê” ava kir. Înîsiyatîfê bang li Hikûmeta Herêma…

Çalakvanên sivîl yên bajarê Hewlêrê ji bo betalkririna cezayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî li ber nûnertiya NY çalakî lidarxistin û daxwaznameyek pêşkêşê NY kirin.

Şivan û bêriyên devera Çomanê ku li çiyayê Karoxê sewalkariyê dikin diyar kirin ku ji ber êrîşên Tirkiye jiyana wan di metirsiyê de ye û bang li gerîla û pêşmergeyan kirin ku li…

Eniya Nîştimanî a li dijî dagirkeriyê diyarkir ku rêya serkeftinê di yekitiyê re derbaz dibe. Herwiha Eniya Nîştiman got ku çalakiya ciwanan a mertalên zindî gelek peyamên…

Malper |
© Copyright 2018 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin