Li Filîstînê bîlançoyek sosret: Di 4 mehan de 13 hezar birîndar

49

Bîlançoya êrîşên Îsraîlê yên li ser Filîstîniyan a ji meha Adarê û vir ve di asteke sosret de ye. Li gorî Xaça Sor a Navnetewî ji meha Adarê û vir ve 13 hezar Filîstînî bi çek  birîndar bûne.

Bîlançoya êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filîstiniyan giran e, li gorî bîlançoya Xaça Sor a Navnetewî  ji meha Adarê û vir ve 13 hezar Filîstînî birîndar bûne. Sekreterê Giştî yê

Neteweyên Yekbûyî têkildarî vê meseleyê raporek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir.

AFP’ê nusxeyeke raporê bi dest xistiye. Di raporê de tê diyarkirin ku rewşa heyî ji ya sala 2014’an xerabtir e û tê gotin,”Ev rewş ber bi şer ve diçe û divê hemû kes hişyar bin.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ji ber hejmara mirî û birîndaran ew mat maye û bang li Îsraîlê kir ku divê li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û aqilselîm tevbigere.

Li gorî Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji meha Adarê û vir ve 13 hezara kes ji aliyê leşkerên Îsraîlê hatine birîndarkirin. Berpirsê Rojhilata Navîn ê Komîteyê Robert Mardînî li Newyorkê ji rojnamevanan diyar kir ku yên rakirine nexweşxaneyê jî birînên wan giran e.

Filîstiniyên li ser Xeta Xezzayê ji 10 salan zêdetir e ku ambargoya Îsraîlê protesto dikin. Dixwazin Filîstiniyên ku piştî sala 1948’an yên ji ber avakirina dewleta Îsraîlê ji axa xwe hatine qewirandin bila vegerin.

 

 

Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ku li gel lîsteya hejmara 120 beşdarî hilbijartinên…

Hêzên gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girê Kevortê yê herêma Lêlikanê ya ser bi Sîdekan a…

Wezareta Karên Derve ya Iraqê, bombebarankirina hêzên li başûrê El-Bokemal a Suriyeyê şermezar kir û diyar kir ku hedefkirina hêzên şerê DAIŞ’ê dikin, alîkariyê dide DAIŞ’ê.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku îdîayên dibêjin artêşa Tirk derbarsî Minbicê bûne, derewin.

Şervanên QSD’ê bajaroka Dişîşa ku DAIŞ ji xwe re kiribû navendeke din a girîng rizgar kirin.

Şervanên QSD’ê li bajarê Hesekê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ketin tevgerê. Têgotin ku di van kêliyan de şervan ketine bajaroka Dişîşayê.

Balafirên şer ên Îsraîlê li taxa Şucaiyye ya li rojhilatê Xezzayê  wesayîteke sivîlan hedef girtin.

Welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dimînin, wê sibe ji bo hilbijartina serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê dengên xwe bikar bînin.

Malper |
© Copyright 2018 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin