Çalakvanên sivîl yên bajarê Hewlêrê ji bo betalkririna cezayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî li ber nûnertiya NY çalakî lidarxistin û daxwaznameyek pêşkêşê NY kirin.

Îro danê berê nîvro de çalakvanên sivîl yên bajarê Hewlêrê bi daxwaza betalkirina cezayê Ramîn Hisên Penahî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) kom bûn.

Bi navê girseyê  xwendekarê beşa şanoyê Mihemed Selîm daxuyaniya çalakvanên sivîl xwend. Di daxuyaniyê de wiha têgotin, “Em daxwaz ji neteweyên Yekbûyî, dikin ku zext bixin li ser hikûmeta Îranê ku biryara darvekirinê ya li ser girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî  betal bike ku duh Neteweyên Yekbûyî jî daxwaza rakirina cezayê Ramîn kiribû.”

Paşê girseyê daxwaznameyek ji bo Penahî radestê nûnerên NY kirin.

Ramîn Hisên Penahî xelkê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye. 23’ê Hezîrana 2017’an komek ji 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li nav bajarê Sine ketin kemîna hêzên pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Niha jî cezayê darvekirinê li Penahî hatiye birîj û rayedarên Îranê ji diyar kirîbûn wê biryara darvekirinê piştî cejnê pêk bînin.

ep

 

Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ku li gel lîsteya hejmara 120 beşdarî hilbijartinên…

Hêzên gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girê Kevortê yê herêma Lêlikanê ya ser bi Sîdekan a…

HPG’ê têkildarî şer û çalakiyên ku li Colemêrg, Bêdlîs û Dêrsima Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek da û ragihand ku 18 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li gelê Başûr kir ku bibe xwedî helwest û destekê bide gerîla. KCK’ê got heke gelê Başûr ranebe ser piyan dibe ku dagirkerî were…

Komek ji welatiyên Çemçemal û Teqteq çûn serdana Mertalên Zindî û desteka xwe anîn ziman.

Li Ewropayê li ser banga KNK’ê partî û rêxistinên Kurdistanî  “Înîsiyatîfa Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk ya li Kurdistanê” ava kir. Înîsiyatîfê bang li Hikûmeta Herêma…

Şivan û bêriyên devera Çomanê ku li çiyayê Karoxê sewalkariyê dikin diyar kirin ku ji ber êrîşên Tirkiye jiyana wan di metirsiyê de ye û bang li gerîla û pêşmergeyan kirin ku li…

Eniya Nîştimanî a li dijî dagirkeriyê diyarkir ku rêya serkeftinê di yekitiyê re derbaz dibe. Herwiha Eniya Nîştiman got ku çalakiya ciwanan a mertalên zindî gelek peyamên…

Malper |
© Copyright 2018 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here