Li Silêmanî konferansa Travmaya Derûnî

37

Îro 1 konferensa Travmaya Derûnî ji aliyê Rêxsitina Bijîşkên Derûnnas yên Bêsînor ve li bajarê Silêmanî dest pê kir. Konferans bi beşdariya zêdeyî 50 delegeyên ji bijîşkên derûnî, civaknas û lêkolerîneran vê tê lidarxistin. Bijîşkên ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê û bijîşkên Hollandî beşdarin.

Wê konferans 2 rojan berdewam bike û li ser mijarên travmaya derûnî, cûreyên wê, astengiyên li pêşiya çareseriya derûnî çine û rêyên wê yên çareseriyê werin dest girtin.

Bi taybet mijara bandora şer ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê heye li ser derûniya mirovan û bandorên wê yên li ser civakê werin nirxandin.

Konferans wê sibe jî heya danê nîvro berdewam bike û piştre encamnameya wê ji raya giştî re were eşkerekirin.

(ep/bz)