Duh bi sedan welatiyên ji Başûrê Kurdistanê ku dinav de nivîskar, çalakvan, mele, siyasetmendar, parlementer hebûn dibin pêşengiya Eniya Nîştimanî a li dijî dagirkeriyê û KNK’ê de serdana mertalên zindî yên li Qendîlê kirin.

‘Em serî li ber dagirkeriyê natewînin’

Endama Eniya Nîştimanî ya li dijî dagirkeriyê Şîrîn Ebdulwelîd:

Em weke Eniya Nîştîmanî ya li  dijî dagirkeriyê, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, bi rêxistinên sivîl û aliyên sivîl re hatin Qendîlê. Em her timî dibêjin, emê li hember dagirkeriya dewleta Tirk serî netewînin û li hemberî dagirkeriyê li berxwe bidin. Pêwîste Kongreya Netewî were lidarxistin. Di wextek wisande, ev erk dikeve ser milê her kesê.”

‘Banga yekitî û berxwedanê’

Berdevka Eniya Nîştimanî a li dijî dagirkeriyê Bexal:

 

Hikumeta Iraq ji parastina sînorê Iraqê berpirsyare. Em bang li gelê Kurd dikin ku yekîtiya xwe ava bikin û bi hevre hemberî dagirkeriyê rabin. Di demek wisa de li hemberî kîjan parçeyê êrîş pêk were, divê hemû gelê Kurd helwesta xwe bidin nîşandan. Niha dewleta Tirk bi hêceta PKK’ê xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Lê ev êrîş li hemberî hemû deskeftiyên Kurdistanê ye.”

‘Çalakiya mertalên zindî gelek girînge’

Em piştgiriyê didin çalakiya ciwanên Başûrê Kurdistanê ya mertalên zindî. Em vê çalakiyê serkeftî dibînin. Divê ciwanên me hestên xwe yên netewî geştir bikin. Pêwîste ev yek li her çar parçeyên Kurdistanê belav bibe û bi taybet jî li Başûrê Kurdistanê ev helwest çalaktir bibe û bi awayek rêxistinî helwest bê nîşandan.”

‘Dagirkeriya Tirk li dijî hiqûqa navnetewî ye’’

Parlamenterê Herêma Kurdistanê yê YNK’ê Salar Mehmûd:

Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi awayeke sîstematîk komkujiyan pêktîne. Li Rojavayê Kurdistanê Efrînê dagirkir. Niha jî hewl dide Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Ev dagirkerî li hemberî huquqa navnetewiye. Di heman demê de li hemberî qanûna dewleta Tirk û qanûna Hikumeta Iraqê ye jî binpêkirineke. Divê qada navnetewî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk yên hem hewayî hem jî bejahî re helwestek bidin nîşandan. Pêwîste Hikumeta Başûrê Kurdistanê, Iraq û parlamenter li hemberî vê dagirkeriyê helwestek diyarker bidin nîşandan. Gelê Başûr û Qendîl, geleke ku şer naxwaze û tenê daxwaza azadî û aştiyê dike. Divê pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê bi rêyên siyasî di parlementoyê de were çareser kirin. Tu pirsgirêk bi rêya şer çareser nabe û gelê Kurd jî gelekî berxwedêr e.

 ‘Daxwaza hemû gelê Kurd Yekitiya Netewiye’

Daxwaza Yekitiya Netewî êdî dinava helbest, roman û stranan de hertim buye mijara sereke û daxwazek netewiye. Divê ev daxwaz êdî bikeve pratîkê û tam dema wê ye. Banga min ya ji bo hemû aliyên Kurdistanî ewe ku bi hevre, dinava yekitiyê de kar bikin. Weke ku KNK dike û dibêje, encex emê bi hevre û bi vê zihniyetê dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin û li hemberî êrîşên welatên ji dervere bibin bersiv. Eger em wek Kurd bibin yek, emê bi ser bikevin. Serkeftina me tê wateya, aştiya Rojhilata Navîn. Çawa ku dagirker li hemberî me dibin yek, divê em jî li hemberî wan bibin yek û bersiva pêwîst bidin. Pêwîste em nehêlin tu dewlet derbazî nava xaka Kurdistanê bibe.

‘Qendîl bihûşta ser rûyê erdê ye’

Ev Qendîla ku em dibînin, bihûşta li ser rûyê erdê ye. Ev ne cihê wê ye ku dewleta Tirk bombebaran bike. Ev cihê geştyarî û gerê ye û divê bibe navnîşana turîzmê. Di dema Sedam Huseyîn de, gelek caran gundên Qendîlê hatin wêran kirin. Wek em dibînin, piştî Sadam jî gundên Qendîl tên bombebaran kirin, şehîd tên dayîn û qadên jiyanê yên gundiyan tên hilweşandin. Ji ber vê yekê ji bo ku Kurd li ser xaka xwe bi aştiyane jiyan bikin, pêwîstî bi yekitiyê heye.

‘Divê hemû aliyên siyasî weke çalakvanên mertalên zindî bin’

Li welatê me ciwanên welatparêz hene. Li her devera ku êrîş li ser welat çêdibe, ciwanên me di heman kozikan de mil didin milê hev û liber xwe didin. Çawa ku beriya sed salan ev hatiye kirin, niha jî ciwan pêşengiya vê yekê dikin. Serkeftina Kobanê, serkeftina ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Berxwedana Efrînê jî nîşana wê bû.”

‘Çalakiya ciwanan peyamên girîng dide’

Dema çeteyên DAIŞ êrîşê Kerkuk û Başûrê Kurdistanê kir, me bi awayek fermî daxwaz ji dewleta Tirk kir ku alîkariyê bidin me, lê ew nehatin alîkariya me. Li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê, pêşmerge, gerîla û şervanên YPG’ê di çeperên pêşde şer kirin. Ciwanên ku hatin, ciwanên welatparêz yên vê axê bûn. Ji bo me tu ferqek a Efrîn, Amed, Qamişlo, Kerkuk û Mahabad nîne. Çalakiya ciwanên Başur a mertalên zindî xwedî girîngiyek mezine û ji bo hemû aliyên siyasî peyameke girînge. Pêwîste hemû aliyên siyasî weke van ciwanan yek bin. Ji ber ku serkeftin di yekitiyê re derbas dibe.”

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here