Serdanên ji bo Mertalên Zindî didomin

58

Çalakiya Mertalên Zindî ku li dijî hewldanên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, di roja 12’an de dom dike. Di çarçoveya çalakiyê de serdanên ji bo Mertalên Zindî jî berdewam dikin. Îro ji navçeya Teqteq a Hewlêrê û navçeya Çemçemal a Silêmaniyê komek welatiyan hatin Binarê Qendîl û çalakvan ziyaret kirin.

Şandeya welatiyan li vir ji aliyê Mertalên Zindî ve hat pêşwazîkirin. Di pêşwaziyê de li ser nave Mertalan Sîrwan Raperîn axivî û got ku tehdîtên êrîşkirina li ser Qendîlê bi armanca propagandaya hilbijartinên Tirkiyeyê tên kirin.

Raperîn diyar kir ku ger di hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên Tirkiyeyê ku wê di 24’ê Hezîranê de pêk werin de HDP bendavê derbas bike, wê rejîma faşîst a Erdogan derbe bixwe. Lê ger ku berevajî be, wê dagirkerî berfirehtir bibe.

Raperîn got ku çiyayên Qendîl nabin cihekî ku dagirkeran dihewînin.

Li ser navê şandeyê jî Omer Haci Hisên axivî û çalakiya Mertalên Zindî silav kir. Huseyîn anî ziman ku çalakiya Mertalên Zindî moralek mezin daye gelê kurd û dostên wan, lewma ji bo dijminan dibe bersivek.

Hisên, anî ziman ku Qendîl li hemberî planên Tirkiyeyê ku dixwaze xeyala Osmaniyan nû bike, cihekî berxwedanê ye û bibîr xist ku gelek hewldanên dagirkirina Qendîlê hatine hilweşandin.

Hisên, got ku felsefeya tevgera azadiyê dikare ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê bike û jiyanek nû pêşkêş bike.

Hisên, got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava xafletê de ye, lewma divê di zutirîn demê de ji vê xeletiyê vegere û ji bo yekîtiya Kurdistanê  kar bike.

Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî HPG”, “Bijî berxwedana Qendîl”