Vê carê îdîaya hewldana xwekuştina jinê

53

Hat îdîakirin ku jinek 20 salî ya xwendekara zanîngehê hewl daye xwe bikuje. Jina ciwan ku bi giranî birîndar bû, birin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên ku endamên malbatê dane, jina bi navê “E” şeva borî li gundê Bêstanisurî yê girêdayî navçeya Şarezor saet di 23.00’yan de guleyek li serê xwe xistiye.

Jina ciwan a 20 salî ku bi giranî birîndar bû, veguhestin Nexweşxaneya Silêmaniyê û xeteriya wê ya jiyanî didome.

Endamên malbatê îdîa kirin ku jina bi navê E. sala borî Beşa Aborî ya Zanîngeha Silêamniyê qezenc kiriye, lê ev beş nexwestiye. Endamên malbatê gotin ku E. çend caran xwestiye beşa xwe biguhere lê hewldanên wê encam nedane.

Li gorî endamên malbatê, jina bi navê E. bêdilî xwe diçû zanîngehê, herî dawiyê salek navber dabû. Lê jiber jibîrkirina piraniya dersan nexweşiya derûnî pê re çêbibû.

ep

 

Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ku li gel lîsteya hejmara 120 beşdarî hilbijartinên…

Hêzên gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girê Kevortê yê herêma Lêlikanê ya ser bi Sîdekan a…

Nêzî 200 rêxistinên jinan ên Herêma Kurdistanê û çalakvanên mafên jinan, têkildarî gotinên Mela Mezher Xoresanî ku heqaret li jinên Kurd kiribû, gilî kir.

Li navçeya Dukan a Silêmaniyê, jinek ji aliyê babê xwe hat kuştin.

Li navçeya Kifrî jinekê jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku jina behsa mijarê bi guleyê dawî li jiyana xwe aniye.

Komîteya Şehîdan a KODAR’ê ragihand ku gerîlaya YRK’ê di encama kemîneke hêzên rejîma Îranê de şehîd bûye.

Endama koordînasyona KJAR  ê Dîlan Cûdî diyar kir roj nîne ku jin xwe li Îranê neçarê xwekuştinê nayê kirin û nayê kuştin. Dîlan Cûdî ku diyar dike sîstema Îranê berê jinan dide…

Tîma TJCM a Şehîd Nûpelda Amed û tîma NÇH a Şehîd Arjîn ên jinên ciwan çûn pêşberî hev, di encamê de tîma Şehîd Nûpelda Amed biserket.

Malper |
© Copyright 2018 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin