1’emîn Konferansa Travmaya Derûnî duh li Hola Rêxistina Pêşketina Civakî ya bajarê Silêmaniyê destpê kir. Konferans îro di roja duyemîn de bi dawî bû.

konferens ji aliyê Rêxsitina Bijîşkên Derûnnas ên Bêsînor hat organîze kirin. Konferans bi beşdariya zêdeyî 50 delegeyên ji bijîşkên derûnî, civaknas û lêkolerîneran pêkhat. Bijîşkên ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê û bijîşkên Hollandî beşdar bûn.

Di roj 2’yemîn a Konferensa Travmaya Derûnî de li ser sê mijara nirxandin hatin kirin,  Tavmaya Derûnî ji aliyê Derûnas  Dr. Nizar Mihemed ve hat nirxandin. Dr. Neşmil Resul jî rewşa jinên koçber ên Rojavayê Kurdistanê nirxand.

Di konferansê de ev biryarên jêr hatin girtin.

 – Avakirina têkiliyan di navbera rêxistinên derûnî yên li Kurdistanê û ji derveyî Kurdistan û welatê Holandayê re.

—  Avakirin têkiliyan di navbera beşên zanîngehên tenduristiyê de.

  -Pêwîste cihek weke navendek ji bo tedawîkirina wan kesên ku rastî travmayên derûnî hatine were vekirin.  

—  Pêwîste saziyên derûnî ji bo penaberên Rojavayê Kurdistan yên li Herêma Kurdistanê dimînin alîkarî û piştgiriyê bikin.

—  Pêwîste kar bê kirin ji bo her du sal carekê Konferansa TravmayaDerûnî were lidarxistin.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here