Çavkaniyên herêmê ragihandin ku îro saet di 13.40’an artêşa Tirk ji baregehên xwên herêma Sîdekan ku dagir kiriye, derdora gundê Sinîn yê ser bi navçeya Sîdekan a Bradost topbaran kirin.

Li gundê Sinîn gelek koçer dijîn û hat ragihandin ku top gelekî nêzî welatiyan ketine. Di wêneyên hatine kişandin de jî diyar dibe ku top li nêzî welatiyan dikevin û metirsî li ser jiyana gundiyan heye.

Li gorî agahiyên hatine girtin topbarana artêşa Tirk dewam dike.

 

Îro saet di 10.20’an de jî topavêjên artêşa Tirk yên li Başûrê Kurdistanê devera çiyayê Qelereş ya ser bi navçeya Sîdekan a Hewlêrê topbaran kiribû.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here