Balafirên şer gundên Biradostê bombebaran kirin

43

Şevê din balafirên şer yên Tirk gundên Lêlkan, Goreşan, Naw Mêrgan, devera Xakûrkê, Çiya Dêl û Geliyê Reş bi dijwarî bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî ti windahî çênebûnê lê, zirereke mezin gihîştiye xwezaya Kurdistanê û bax û baxçeyên welatiyan.

Wêne: arşîv