Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 30’ê Îlona 2018’an wê werin pêkanîn. Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de kes û hevpeyman navên xwe li saziya hilbijartinê didin qeydkirin.

Rêveberê Ofîsa Çapenenî û Têkiliyan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Reforman a Herêma Kurdistanê Şoreş Hesen têkildarî serlêdanan agahî dan ajansa me.

Şoreş Hesen diyar kir ku heta niha tenê daxaza yek hevpeymanê hatiye kir û bi navê Lîsteya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk ku ji Partiya Karkeran û lîsteya Sosyal Demokratan pêk tê, serlêdan hatiye kirin, lê hîn nehatiye qeydkirin.

Şoreş Hesen da zanîn ku li gorî plansaziya hilbijartinê dema serlêdanên hevpeymanan îro bidawî dibe, lê wê encumen komîsyonê biryara dirêjkirina dema qeydkirina navên lisetyên hevpeymanan bide. Hesen got dem heta heta 25 Hezîranê bê dirêjkirin.

Ji 2’yê Tîrmehê heta 25’ê Tîrmehê jî navên namzetan wê werin qeydkirin.

ep

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here