Encûmena Kerkuk doz li hêzên Iraqê vedike

33

Encûmena Parêzgeha Kerkukê îro derbarê mijarê de daxuyaniye da çapemeniyê û diyar kir ku li ser rewşa ewlekariya Kerkuk, wê doz li hemberî hêzên Iraqê yên li Kerkukê vekin.

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkuk Elmas Fazil ku daxuyanî da, got ku gulebarandin, serdagirtina malan û neparastina gundên Kakeyiyan yên li sînorê navçeya Daquq, her wiha rewşa ewlekariya Kerkukê welatî xistine nava metirsiyê. Fazil diyar kir ku ji ber van sedeman ew dibînin ku hêzên Iraqê nikarin parastin û ewlekariya Kerkuk û welatiyan bikin.

Elmas Fazil anî ziman ku ew ê ji ber rewşa ewlehiya Kerkukê, li dadgeha Federal a Iraqê doza yasayî li hemberî hêzên Iraq û aliyên parastinê yên li Kerkukê vekin. Fazil got ku divê hêzek hevbeş ên ji pêşmerge û hêzên Iraqê pêk tên hebin da ku aramî bikeve nava Kerkukê.

Fazil bal kişand ser rewşa Kakeyiyan û got ku welatiyên Kakeyî yên li sînorê Daquq bi êrîş û metirsiya çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû ne, lê hêzên Iraqê di parastina van sînoran de  bêxemiyê dikin.

Fazil di dawiya axaftina xwe rexne li waliyê Kerkukê jî kirin û got; “Waliyê Kerkukê tenê nûnertiya pêkhateyekê dike. Eleqeya xwe ji pêkhateyên din nayîne. Ev cihê rexnekirinê ye. Walî ji xirabbûna aramiya bajêr berpirsyar e. Di dema borî de hêzên dijî terorê yên Iraqê li derdora xwe gule reşandin. Di encamê de jinek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn. Ji bo lêkolînkirina bûyerê lijneyek ji Bexda hatiye Kerkukê. Em hêvîdarin li ser vê buyerê lêkolînek baş were kirin, bê ronîkirin û ji bo raya giştî were eşkere kirin.”