Federasyona Penaberan a Iraqê bîlançoya salekê ya koçberan eşkere kir

55

Sekreterê Federasyona Penaberan a Iraqê Arî Celal îro bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan bîlançoya koçberan eşkere kir. Li gorî bîlançoyê  ji 20’ê Hezîrana 2017’an heya 20`ê Hezîrana 2018’an ve,  65 hezar kes ji Iraqê koçî 43 welatên cîhanê bûne. Di sala 2018`an de 59 koçberan  jiyana xwe ji dest dane. Ji vane 29 kes cenazeyê wan radestî malbatên wan hatine kirin,  30 kes jî ti agahî jê nayê girtin.

 Arî diyar kir ku ji sala 2015`an heya niha ji zêterî 500 hezar Iraqî koçber bûne û daxwaza  mafê penaberbûnê kirine.