Gelê navçeya Çemçemal a Silêmaniyê û navçeya Teqteq  a Hewlêrê ku duh çun serdana Mertalên Zindî yên li Qendîlê, li dijî hewldanên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ji RojNews re axivîn:

Jina bi navê Hîro Şerîf ya ku ji Çemçemalê hatiye:

Em îro ji bo piştgiriya ciwanên Mertalên Zindî hatine vir. Armancame ew e ku em yekbûna xwe ya bi ciwan û gelê herêmê re nîşan bidin. Medyaya Tirk hinek gote gotan belav dike, lê di zanin ku vana bi armanca tirsandina gel belav dikin. Bi çalekiyên ciwanên Başurê Kurdistanê û bi serdana gelên ji giştî herêmên  Başurê Kurdistanê derewên medyaya Tirk derdikeve holê. Bi van serdan û piştgiriyan sekna xwe ya li beramberî vê hewildana dagirkeriyê didin diyarkirin.

Em weke jinên Çemçemalê amadene ku heta dawiyê parastina welatê xwe bikin.

Şênîyê Çemçemalê Fatîh Osman:  

Em bi rih û canê xwe li gel ciwanên xwe û gerîlayên xwe ne. Başurê Kurdistanê û Qendîl warê me ye, em jî amadene ku warê xwe bi berdêla her tiştî biparêzin. Hinek alî û partiyên Başur pêwîste piştgiriya dewleta dagirker nekin, divê pistgiriya welat û axa xwe bikin.

Ciwanê bi navê Hogir Hesen:

Pêwîste bi rihê Koban û Efrînê em xwedî li welatê xwe derbikevin. Qendîl parastina giştî Kurdistanê dike, ji bo wê Qendîl dilê Kurdistanê ye. Pêwîste tevahî ciwanên Kurdistanê , tevahî siyasetmedar û zanyarên Kurdistanê ji bo pistgirî dayîna Başurê Kurdistanê werin Qendîlê.  

Ciwanê bi navê Mihemet Doze:

Em weke ciwanan ji bo piştirîya Mertalên Zindî hatine vir. Em ê ti caran dagirkeriyê qebûl nekin û em ê weke ciwanên Başurê Kurdistanê li beramber wê rabin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here