Li dijî hewldanên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ku li ser Başûrê Kurdistanê dide meşandin, hêrs û nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê berfireh dibe.

Piştî daxuyanî û serdanên Mertalên Zindî, niha jî bi hezaran kes xwe amade dikin ku 22’yê Hezîranê biçin Qendîlê.

Çalakî ji aliyê Destpêşxeriya (Înîsiyatîf) Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk ve tê organîzekirin.

Tê hedefkirin ku di çarçoveya çalakiyê de wê ji Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkuk, Germiyan, Raperîn, Şarezgor bi hezaran kes berê xwe bidin Binarê Qendîl.

Girseyên ku dê ji bajarên xwe derkevin rê, wê saet 10.00 li herêma Ranya bigihîjin hev û biçin Qendîlê.

Li Qendîlê jî wê daxuyaniyek bê dayîn û helwest bê nîşandan.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here