Mihemed Şêx Wehab ku di heman demê de Endamê Lijneya Sotemenî û Enerjiyê ya Silêmaniyê ye, têkildarî mijarê îro li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê civînek çapemeniyê lidar xist.

Şêx Wehab destnîşan kir ku li Silêmaniyê 50 kompanyayê benzînê yên ne yasayî hene û berpirsyarên hemû hîzban ên herêmê piştgiriya wan dikin. Wehab got ku di nava van hîzban de Goran jî heye.

Wehab, anî ziman ku ev kompanî benzîna xirab û jehrî tînin Silêmaniyê û bandorek neyînî li ser tenduristiya welatiyan dike, dibe sedema nexweşiyan. Wehab got; “Ew madeyên jehrî ku dixin nava benzînê, bi rêya deriyên sînor derbazî herêmê tên kirin. Ew depoyên ku benzîn çêdikin ne yasayîne û tû pisporatiya wan nîn e.”

Wehab da zanîn ku navê wan kompanyayan di destê wî de hene û ewê wan navan bide Parêzgeha Silêmaniyê da ku liser bisekinin.

Şêx Wehab bilêv kir ku ji ber lêkolîna wî ya li ser benzînê û kompaniyan, êrîş li ser wî hatiye kirin û gefa kuştinê lê hatiye kirin.

Wehab got ku pêwîste hikumet û Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê erka xwe pêk bîne.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here