Ji bo rêya Hewlêr-Kerkukê 714 milyon dinar pêwîst in

41

Pira Pirdê di dema bûyerên 16’ê Cotmehê de ji aliyê pêşmergeyan ve hatibû teqandin. Ji wê rojê heya niha rêya Hewlêr û Kerkuk li çûn û hatinê girtiye. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî di roja dûwem ya cejna remezanê de ferman da ku rêya Kerkuk-Hewlêr were vekirin. Lê heya niha jî rê nehatiye vekirin.

Li ser vê yekê rêveberê navçeya Pirdê Ebdulmutelîb Necmedîn ji ajansa me re axivî û diyarkir ku heya niha jî rê nehatiye vekirin.

Necmedîn balkêşa ser sedemê ne vekirina rê û got; “Ev yek peywendiya xwe bi rûxîna pira Pirdê ve heye. ev pir rêya Kerkuk û Hewlêr bi hev ve girê dide û heya niha jî nehatiye çêkirin. Lijneyek ji aliyê wezareta navxweyî ve serdana Pirê kiriye. Lijneyê diyarkiriye ku ji bo çêkirina pirê 714 milyon dînarê Iraqê pêwîste û eger dest bi çêkirina pirê bê kirin jî, pêwîstî bi 4 mehan heye.”

Di 18’ê Cotmehê de, pêşmergeyên Herêma Kurdistan li hemberî hêzên Heşdî Şeebî û hêzên Iraqê pira Pirdê teqandin. Ji ber vê yekê rêya çûn û hatine dinavbera Kerkuk û Hewlêr de hat girtin.