Însîyatîva Dijî Dagirkeriya Dewleta der barê çalakiya berfireh a ku wê 22’ê Hezîranê de ber bi Qendîlê ve pêk were daxuyaniyekî nivîskî weşand. Însîyatîva Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk banga beşdarbûna çalakiyê kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; «Roja 22’ê Hezîranê wê li seranserî Başûrê Kurdistanê gel ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, bi taybet herêmên Sîdekan, Birdost û Qendîlê, ber bi Qendîlê bi rê bikevin. Lewma bang li her kesê û aliyan dikin ku weke erkekî niştîmanî, ehlaqî û welatparêzî beşdarî çalakiyê bibin û piştgiriyê bidinê.

Ji bo beşdarbûna çalakiyê li hemû bajar û navçeyan wesayît hatine amadekirin û beşdarbûna we erkekî niştîmaniye.»

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here