Ji Jinên Kurdistanê helwesta hevpar

35

Rêxistinên jinan ên Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, têkildarî mijarê li avahiya Yekîtiya Jinan a li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li ser navê jinên nivîskar û rojmaneger Kinêr Ebdulah axivî û got ku ew weke jinên Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê van êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistaên şermezar dikîn.

Kinêr Ebdullah destnîşan kir ku divê li dijî dagirkeriyê hemû hêzên Kurdistanê bibin xwedî helwest û da zanîn ku wan jî weke rêxistinên jinan daxwazên xwe pêşkêşî Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Daxwazên jinan ku ji 4 xalan pêk tên wiha ne:

1 – Em daxwaz ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin ku sînorên herêmê ji dewleta Tirk re bigire û bi lezgîn civînekê pêk bîne.

2 – Kar û xebat bikin li ser biryara bi hejmara 37 ya sala 2003’an ku Parlamantoya Herêma Kurdistê girtibû û dewleta Tirk ji xala Başûr derbixin.

3 – Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî dikin peymanên xwe yên bi dewleta Tirk re betal bike.

4 —  Pêwîste di her alî de parastina mafê mirov bê kirin, bi tayebet jî mafên kesên dibin metirsiya dagirkerî û bombabaranê de ne bên parastin.

ep