Jinan bang kir: Divê êdî helwestek cidî bê nîşandan

34

Aktivîst û rojnamevanên jin ên li parêzgeha Hewlêrê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û bê helwestiya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Jinên nêrînên xwe yên derbarê mijarê de ji Rojnews re vegotin:

‘Divê em dengê nerazîbûnên xwe bigihînin balyozxaneya Tirkiyeyê’

Rojnameger Niyaz Ebdulah rexne li bêdengiya partiyên Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku PDK ji ber berjewendiyên xwe yên aborî bêdengî hilbijartiye. Niyaz Edullah wiha axivî, “Aliyên din yên siyasî jî vêya qebûl kiriye. Em ji vê rewşê nerazîne, divê em dengê xwe hîn zêdetir bilind bikin û bigihînin balyozxaneya Tirkiyeyê ku Tirkiye hîn zêdetir xaka Başûr dagir neke.”

Niyaz Ebdula rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nede dewleta Tirk. Ji ber ku em hemû dewleta Tirk nas dikin. Ew ancax bi alîkarî û hevalbendiyê dikare xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

Li ser heman mijarê çalakvana bi navê Gulê Selîm wiha axivî: “Eger aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê û bi taybet ji Başûrê Kurdistanê bibin yek, dewleta Tirk nikare zêdetir xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ne tenê aliyên siyasî, divê em weke kes û kesayet jî parastina xak û niştimanî bikin.”

ep