Jinên Ciwan ên Têkoşer gihîştin Qendîlê

31

Gelê Başûrê Kurdistanê dibin pêşengiya ciwanên Başûr de li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûr berê xwe didin Qendîlê. Jinên Ciwan ên Têkoşer ku serê vê sibehê ji Silêmaniyê derketin, bi tevlîbûna jinên ciwan yên Ranya, Sengeserê re bû yek û di van saetan de gihîştin Qendîlê.

Şandeya jinên ciwanan ên gihîştin Qendilê ji aliyê mertalên zindî ve hatin pêşwazî kirin. Biryare îro têkildarî serdana xwe ya ji bo Qendîlê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.