Kongreya Netewî a Kurdistan (KNK) ku li hemberî hewldanên dagirkeriya Dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li Ewropayê pêşengiya avakirina înîsiyatîfek nû kir, niha jî bi armanca agahdarkirina raya giştî ya navwetî dest bi serdanan dike.

Têkildarî mijarê Endama Desteya Rêveber a KNK’ê Perwîn Ezîz ji ajansa me re axivî.

Perwîn Ezîz diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze êrîşên xwe berfireh bike û her çar parçeyên Kurdistanê jî dagir bike, lê civaka navnetewî bêdengiya xwe diparêzin û tu helwestek wan nîn e.

Endama Desteya Rêveber a KNK’ê Perwîn Ezîz, da zanîn ku wan bi armanca agahdarkirina raya giştî ya navnetewî dest bi çalakiyên li hember dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê kiriye. Perwînê da zanîn ku ew ê serdana rêxistinên navnetewî, derdor û partiyên siyasî yên Ewrupa bikin û ji wan bixwazin ku li dijî dagirkeriyê helwestek cidî nîşan bidin.

Perwînê bal kişand ku li hemberî dagirkeriyê tekane rê yekîtiye û bang li hemû Kurdan kir ku ji bo yekîtiyê têbikoşin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here