Konferansa Travmaya Derûnî bi nîqaşan dewam dike

35

Duh Konferansa Travmaya Derûnî ya li ser bandorên şer li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Silêmaniyê dest pê kiribû di roja 2. de berdewame. 
Konferans bi beşdariya zêdeyî 50 bijîşkên derûnnas yên bêsînor, civaknas, lêkolîner û akademisyenên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê û her wiha ji Hollandayê bi hevkariya Rêxistina Geşedanên Sivîl (CDO) pêk tê. 
Armanca vê konferensê ewe ku derûniya penaberên ji Rojavayê Kurdistanê yên ji ber şerê demdirêj yê li Suriyeyê neçar mane ku berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê dest bigirin û çareserî pêş bixin. 
Îro serokê zanîngeha Silêmaniyê Dr Nizar Mihemed di konferansê de axaftinek kir wiha got, “Niha me travmaya derûnî dijîn. Bi taybet herêmên weke Şengal, Kerkûk û Rojava ku şer lê rû dane travmayên derûnî jiyan dijÎn. Heya niha jî li Başûrê Kurdistanê penaber hene.”

Biryare di van saetên pêş de konferans bi dawî bibe û paşê jî encamnameya wê ji raya giştî re were eşkerekirin.

(ep/bz)