Kongreya Star ji jinan re pergala Rojava vegot

44

Kongreya Star, têkildarî mijarê li Hola Tewar a Silêmaniyê semînerek lidar xist. Di semînera ku rêxistinên jinan ên Tevgar Goran, YNK, KJAR, RJAK û gelek rewşenbîr tevlî bûn de Berdevka Lijneya Têkiliyan Kongreya Star Rihan Loqo axivî.

Rihan Loqo derbarê sîstema Kongra Star agahî dan û got: “Me destpêkê li ser mijara civakîbûyînê kar meşand. Piştre yekîtiya civakê ava kir û em derbazî avakirina sistema civaka  demokratîk bûn. Me ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo ji bo hemû pêkhateyan kar meşand.”

Rêhan Loqo da zanîn ku wan di nava Konreya Star de têkildarî her beşek jiyanê lijne ava kirine, her wiha ji bo ku jin di sazî û dezgehên din de jî cih bigirin kar dimeşînin.

Semîner bi pirs û bersivan bidawî bû.

ep