Li derdora çend gundên Hewraman şewat

31

Ji saet 14:30’an ve li araziyên gundên Deretû, Hewar û Hawarekonî yên bajarokê Biyar a ser bi parêzgeha Helebce ku dikevin herêma Hewraman şewatekî dijwar derket. Heya niha jî şewat berdewam dike.

Berdevkê Polîsên Parastina Daristanan Zanyar Elî diyar kir ku ji ber şewata li herêmên gundên Deretû, Hawar û Hawarekone bi dehan dunim arazî û baxçe şewitîn.

Zanyar Elî got ku hîn sedemê derketina şewatê nehatiye zanîn, lê dibe ku ji Rojhilatê Kurdistanê ve hatîbe.

Tîmên agirkujiyê ji bo kontrolkirina şewatê ketine nava hewldanan. Berdevkê Polîsên Parastina Daristanan Zanyar Elî eşkere kir ku ji ber metirsiya teqîna mayînan vemirandin wê zehmet be.

Berdevkê Polîsên Parastina Daristana yê Helebce  Zanyar Omer jî daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo di demek kin de agir kontrol bikin, alîkariya tîmên agirkujiyê bikin û hewara wan biçin.