Li Hewlêrê kuştinek sosret

31

Şevê din li Hewlêrê ciwanekî bi navê Nebî Ezîz (26) ji aliyê hinek kesên çekdar yên nenas ve li ber çavê dayîka xwe hate kuştin.

Mamê Nebî Ezîz Seîd Ehmed ji ajansa me re axivî û diyar kir ku kesên ku Nebî kuştin nasnakin. 

Mamê ciwanê ku hatiye kuştin têkildarî sedema bûyerê de jî van agahiyan da, “Nebî dema seyare di ajo dide pêş wesayîteke din. Kesên ku di wesayîta din de kesên çekdar bûn. Dema dîtin Nebî daye pêş wan alozî çêbû û piştre gule li Nebî reşandin.”

Polîsên Hewlêrê ragihandin ku kesê tawanbar îro xwe radestê polîsan kiriye. 

Mamê ciwanê hatiye kuştin xwest ku kujerên biraziyê wî di demeke zûde werin cezakirin. 

Biqasî agahiyên ku me weke Rojnews bi dest xistiye ji serê sala 2018’an ve 162 kes li Başûrê Kurdistanê yan xwekuştine yanjî hatine kuştin.