Li Kerkûkê 4 kesên karê madeyên hişber dikirin hatin desteserkirin

40

Li Taxa Tepe ya Kerkûkê, Polîsan û Hêzên Dijî Terorê yên Iraqê bi hev re oparasyona kesên karên madeyên hişber û revandina welatiyan dikin lidarxistin. Di operasyonê de torekî ya madeyên hişyer ya ji 4 kesan pêk dihat, hate desteserkirin. 

Rêveberê Polîsên Navenda Rehîmawa ya Kerkûkê, Newzad Star têkildarî mijarê ev agahî dan ajansa me; «Piştî ku agahî gihiştin me ku çend kes bi navê Heşdî Şebî karê madeyên hişber dikin û welatiyan direvînin, me pêwîst dît ku li gel Hêzên Dijî Terorê yên Iraqê bi hevbeşî operasyonekê lidar bixîn.

Li Taxa Tepe ya Kerkûkê di malekê de du kesên xwe weke endamên Hizba Dewe didan naskirin ku di bin de Heşdî Şebî ne û kurek û bavek hatin desteserkirin. Her çar kesan bi awayekî tor  bi hev re kar dikirin.»

Rêveberê Polîsên Navenda Rehîmawa ya Kerkûkê, Newzad Star diyar kir ku li wê malê endamekî asayîşa YNK’ê yê berê hatî revandin jî hate rizgarkirin û got ku dest danîne li ser gelek demance û madeyên hişber.