Çalakiya Mertalên Zindî ku ciwanên Başûrê Kurdistanê di 8’ê hezîranê de dabû destpêkirin, di roja 13’an de berdewam dike.

Di çarçoveya çalakiyê de, serdan û piştgiriya ji bo Mertalên Zindî jî berdewam dike.

Şevê din bi dehan şêniyên gundên Suredê, Balayan, Naw Deştê û Pirdeşalê destek dan Mertalên Zindî û bi wan re meşek bi meşale lidar xist.

Meş saet di 21.00’an de li gundê Pirdeşalê hat lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Piştî meşê li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Lana Qendîl axaftinek kir û got: “Serî hildin û dagirkeriyê bixin binê erdê. Em ê wekî ciwanên Kurdistanê bi ruhê Avesta Xabur li dijî faşîzma dewleta Tirk liber xwe bidin. Berxwedana Qendîlê wê planên tunekirina Kurdan têk bibin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû beşên Kurdistanê dikin ku rabin ser piyan û li dijî nokerî, xiyanetê helwest nîşan bidin.

Çalakî bi dirûşmeya “Bimre dagirker û xiyanet” bidawî bû.

Îro jî wê ji parêzgeha Silêmaniyê komek jinên ciwanan biçin serdana Mertalên Zindî.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here