Li Xanesorê Şehîd Rojhilat hat bîranîn

32

Li bajarokê Xanesorê yê  Şengalê Şehîd Rojhilat Sîba ku di sala 2017’an de, di qezaya trafîkê de şehîd bibû, di 1’emîn salvegera şahadeta xwe de bi merasîmekê hate bîranîn. Gel û nûnerên sazî û rêxistinê Şengalê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo rihê şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir.

 Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axaftin  hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Şehîd Rojhilat Sîba xelkê  gundê Sîba Şêxidirê yê girêdyî Şengalê  bû, di destpêka fermanê de tevlî nava refên  Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)  bû. Beşdarî çend  pêngavên ji bo rizgarkirina Şengal û gundewarên wê ji  çeteyên DAIŞ’ê bibû. Di 20’ê Hezîrana 2017’an de, di  encama qezaya trafîkê de li Geliyê Şilo yê  Çiyayê Şengalê şehîd bû.