Metirsiya DAIŞ’ê dibe sedema valabûna gundan

26

Tevî ku artêşa Iraqê ragihandiye ku Iraq ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bûye jî lê li herêmên nakokî li ser hene her roj bûyerên kuştin û revandinê rû didin. Herêmên nakokî li ser û jêre têgotin parlela 140 hê jî dibin metirsiya kiryarên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê de ne. Li van herêman roj nîne ku teqîn, kuştin û revandin rû nade.

Welatiyên Kurd ên gundên Xaneqînê ku ser bi parêzgeha Diyalayêne ji ber van metirsiyên DAIŞ’ê her diçe gundên xwe terk dikin.

Serokê Meclîsa bajarokê Xaneqînê Semîr Mihemed diyar kir ku ji ber kiryarên DAIŞ’ê heya niha bi dehan malbat cihê xwe terk kirine û çûne li herêmên derveyî Xaneqînê bi cih bûne.