Xwepêşandanên li dijî Serok dewletê Nîkaraguayê yê sosayîst Danîel Ortega ku xwest di serî de di mijhara teqawidî û gelek herêmên ewlehiya civakî de reforman çêbike, careke din dest pê kir. Di meha Nîsanê de ku li dijî van reforman xwepêşandan çêbûbûn, piştî ku mûzakere bê encam man careke din dest pê kir.

Duh di xwepêşandanên li dijî hikumetê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û hate zanin ku di hinek xwepêşandanên li bajarên din de xwepêşandanên bombeyên bi destan hatine lidarxistin. Tê ragihand ku li bajarê Masayê ciwanan qereqoleke polîsan ev 2 hefteye dagir kirine. Li bajarê ku 2 kes lê mirin herî kêm 32 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku hejmara kesên di xwepêşandanên ji meha Nîsanê ve jiyana xwe ji dest dayîn herî kêm 170 kesin.

Li welatê Amerîka Navîn Nîkaragûayê, xwepêşandanên protestoyî 18’ê Nîsanê bi nerazîbûna xwendkaran a li reforma teqawîtiyê dest pê kir. Piştre pêl bi pêl belav bû û veguherî çalakiyên protestoyî yên girseyî. Beşek ji civakê destnîşan dike ku Ortega desthilatdarî ‘desteser’ kiriye û şert û mercên giran ên jiyanê protesto dikin. Ortega ku berê gerîla bû, piştî ku ji sala 1979’an heta 1990’î welat bi rê ve dibir, sala 2007’an ji nû ve bû desthilatdar.

Piştî ku reform bi paş ve hate vekişandin ji bo ku dawî li xwepêşandanan were bi hewldana Dêra Katolîk di navbera rêxistina civaka sivîl û partiyên siyasî de ji bo lihevkirinê hevdîtin hatibûn kirin.

Lê belê piştî ku hevdîtin bê encam bûn xwepêşandan ji nû ve dest pê kirin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here