Şêx Ebdulselam Rewandizî ku li herêma Rewandizê kesayetekî tê naskirine der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ku rojane berfiretir dibe ji ajansa me re axivî.

Şêx Ebdulselam Rewandizî diyar kir ku ew dewletên bi navê Îslamê êrîşî Kurdan dikin, ti peywendiya wan bi Îslamê re nîne û got; «Di ola pîroz a Îslamê de hemû gel birayên hevin. Nabe bi ti hincetê êrîşî hev bikin. Bi giştî piraniya gelê Kurd, gelekî misilman e. Ew dewletên ku bi navê Îslamê êrîş dikin li ser Kurdan, ti peywendiya wan bi ola îslamê re nîne.»

‘Sedemê êrîşan parçebûna Kurdan e’

Şêx Ebdulselam diyar kir ku sedemê êrîşên dewleta Tirk parçebûna di nava Kurdan de ye û wiha destnîşan kir; «Vê parçebûnê wiha kiriye, Tirkiye dixwaze bi êrîşan û operasyona xaka Herêma Kurdistanê dagir bike. Îro parçebûna Kurdan wiha li Kurdan kiriye ku ji derve jî rêz li wan neyê girtin. Sedemê ku kes ti hesaban ji bo Kurdan nekin parçebûna Kurdan e û hevnegirtina wan e. Eger Kurd yekgirî bin wê hemû welatên cîhanê hesaban ji bo wan bikin.»

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here