Parlamentere bajarê Serdeşt ê girêdayî parêzgeha Urmiyê li parlamentoya Îranê Resûl Xizirî li ser rewşa xerab a kolberan axivî.

Resûl Xizirî got ku ji bo kolberan çêkirina sîgortayê di ewlekariya navnetewî de hatibû pejirandin û erkê hikûmetê ye vê pêk bîne, lê heya niha li ser vê hikûmetê ti karek nekiriye.

Xizirî diyar kir  ku salên buhrî  bê navber pere ji kolberan dihate wergirtin ku ji sedê 60’ê wan parêzvanên sînor, ji sedê 40 din jî Wezareta Hundir bû, divê hikûmet her bi vî pereyî kolberan sîgorta bike.

Di dawiyê de Xizirî wiha got; “Niha 150 hezar kolber di hejariyê de dijîn. Sedema vê jî girtina sînoran û bê kariye. Erkê hikûmetê ye ji bo wan derfetên kar peyda bike.”

(rn)

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here