6 aliyên ji encamên hilbijartinê nerazî lihev civiyan

37

Li Silêmaniyê, nûnerên Tevgera Goran, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û Hizba Komunîst li navenda Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê civiyan.

Di civînê de biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya der barê encamên hilbijartina 12’ê Gulanê de û nêzîkbûna bi aliyên siyasî re were kirin guftûgo kirin.

 

Dadgeha Federal a Iraqê îro hejmartina dengan a bi destan erê kir û betalkirina dengên taybet, koçberan û derveyî welat jî red kir.